PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku kesên dixwazin sefera Herêma Kurdistanê bikin divê 3 roj beriya hatina xwe testa Koronayê bidin û testa wan jî negatîf be.
Wezareta Navxwe ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, wan biryar daye rê bidin kesên biyanî û Iraqî serdana Herêma Kurdistanê bikin, lê bi çend şertan.
Wezaretê da zanîn, kesên dixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin divê 3 roj (72 saetan) beriya hatina xwe testa Koronayê bidin û testa wan jî negatîf be.
Wezaretê ragihand, divê ew kesên ku tên Kurdistanê li gorî pîvan û qanûnên wezareta tenduristiya Kurdistanê reftarê bikin û wê heyama ku wezaretê destnîşan kiriye, xwe karantîne bikin.
Wezareta Navxwe da xuyakirin ku ew biryar û fermanên han ji roja 8 Adarê (îro) ve dikevin meriyetê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin