PeyamaKurd- Li Kerkûkê li navçeya Tazexurmatûyê jineka 70 salî ku bi koronavîrusê ketibû jiyana xwe ji dest da. Li ser mirina jina 70 salî temamê navçeya Tazexurmatûyê xistin bi karantînayê. Navçe li ser biryara masa krîzê ya koronavîrusê xistin bin karantînayê.
Çûn û hatina navçeyê niha di bin kontrolê de ye û qedexe ye. Tîmên saxlemiyê herkesî kontrol dikin û nîşaneyên vîrusê di kîjan nexweşê de bibînin, dê wî sewqê navendên saxlemiyê bikin.
Li seranserê Iraqê heya niha tenha 28 kes ji vîrusê mirine û 316 kes bi vîrusê nexweş ketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin