PeyamaKurd- Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê duhî li dijî Rojava êrişeke dagirkeriyê dan destpêkirin. Li Herêma Kurdistanê bi beşdariya deh hezaran kesan wê ev êriş bê şermezarkirin.
Îro Pênşemê (10.10.2019) li parêzeghên herêma Kurdistanê li Hewlêr û Kelarê, bi armanca şermezarkirin êrişa dagirker a artêşa Tirkiyê çalakiyên şermezarkirinê birêve diçin.
Ji Komîteya birêvebera çalakiyan Şivan Mihemed ragihand ku li Hewlêrê wê çalakiya protestoyî saat 11.00an li pêşberî avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê were lidarxistin û di çalakiuê de wê ji NYyê were xwestin ku ji bo dawî li wê êrişê were bikeve dewrê.
Şivan Mihemed bang li hemû aliyên siyasî û xelkê herêmê kir ku li dijî wê êrişê û dagirkeriyê helwesteke nîşan bidin û beşdarî vê çalakiyê bibin û dengê xwe bilind bikin.
Ji aliyê din ve, li bajarokê Kelarê yê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê jî saet 15.00an êrişên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de bên şermezar kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin