Li Efrînê li Raco beyanên li dijî hev tên dayîn. Artêşa Tirkiyê dîmenên Racoyê belav dike û dibêje Raco ketiye destê artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad ya Sûriyê.
Di vê mijarê de ragihandineka dinê ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yıldırım de hat ku dibêje Raco ketiye destê artêşa Tirkiyê.
Li aliyê dinê medya YPG ê radigihîne ku nûçe rast nîne û şer û pevçûn li Racoyê berdewame. Bi taybetî li der û dora Racoyê li wan gundan şer gelek bi xurtî dewam dike
Li Cenederesê jî şer û pevçûn dewam dike. Artêşa Tirkiyê bi balafir û topan deverê bombebaran û topbaran dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin