General Mazlûm Kobanî bi her du generalên Amerîkî re civiya

General Mazlûm Kobanî bi her du generalên Amerîkî re civiya

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî, bi Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn General Kenneth McKenzie û General Paul Calvert re civiya.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê qala naveroka civîna li gel General McKenzie û General Calvert kir û da zanîn, wan mijarên ewlehiyê û tehedayên aborî li navçeyê gotûbêj kirine.

Fermandarê HSDê herwiha destnîşan kir, peyam wergirtine derbarê berdewamiya hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li herêmê û hevkariya hevbeş li dijî DAIŞê û parastin û aramiya herêmê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin