PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, berpirsê tîma hawarçûna tenduristiyê Free Burma Rangers (FBR) ku hevkarê wan li Girêspî bi êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdaran jiyana xwe ji dest dabû bi plaketekê xelat kir û sersaxî jê re xwest.
Endamê Free Burma Rangers Zau Sengê Taylandî 3yê Mijdarê dema digel tîma xwe diçû hawarçûna birîndaran rastî êrîşa topên hawinê yên çekdarên girêdayî Tirkiyê hatibû û li nexweşxaneya Til Temirê jiyana xwe ji dest dabû.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji Berpirsê FBRê David Eubank re sersaxî û xwest û ji bo xizmetên ji bo hawarçûn û dermankirina birîndaran dikin, ew bi plaketekê xelat kir.
Rêxistina FBRê heta niha bi xizmetên xwe yên tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran sivîl ji mirinê rizgar kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin