PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bi oldarên şîe re hat ba hev û li ser gefên şer ên Serokê Amerîkayê Donald Trump got, ew alîgirê danûstandin û dîplomasiyê ne, lê ji ber mercên heyî, pêwîst e li şûna dîplomasiyê berxwedan û tekoşîn bê kirin.
Hesen Ruhanî li Tehranê da xuyakirin, “Yên ku li Qesra Spî rûniştine 40 sale berdewam dijberiya Îranê dikin, plana zext û tekoşîna çekdarî dikin û îro hemû hatine gel hev bûne yek.”
Ruhanî destnîşan kir, li hember ceza û pêkanînên Amerîkayê di navbera gel û kesên ku welat birêve dibin de ti cudahiya fikir tineye û got, “Ez bixwe alîgirê danûstandin û dîplomasiyê me, lê di van mercan de ez qebûl nakim danûstandin û diplomasî bê kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin