PeyamaKurd - Serok Barzanî ragihand ku tevî hebûna rêgirî û astengiyan PDKê bi vîneke bilind karî serkeftinê bidest bixie û li ser astê Kurdistan, Iraq û derveyî welat bibe yekem bû, ev jî tê wê maneyê ku PDK xwedî doz e.
Serok Mesûd Barzanî ligel tevahiya parlamenterên lîsta 184 a Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya û di gotarekê de ronahî xiste ser rewşa siyasî, qonaxa berî referandûmê û bûyerên piştî referandûmê û spasiya xweragiriya Pêşmergeyên Qehreman û gelê Kurdistanê di qonaxên dijwar de kir.
Serok Barzanî destxweşî li hemû kadro, endam, alîgir, çîn û gencên PDKê li navxwe û derve kir ku hemû bi yek dengî û bi giyanekî hevbeş kar ji bo serxistina lîsta PDKê di hilbijartinên parlemantoya Iraqê de kirin. Got jî, tevî hebûna rêgirî û astengiyan ji bo lîsta PDKê deng bidest nexe, lê cemawerê PDKê bi vîneke bilind karîn serkeftinê bidest bixin û li ser astê Kurdistan, Iraq û derveyî welat PDK yekem bû, ew jî vedigere ku PDK xwedî doz e.
Serok Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de amaje bi wê da, ku PDK di hemû ezmûnan de bi serbilindî derketiye. PDK hatiye damezrandin, ne ji bo milmilaneya ligel aliyan bike, belkû PDK ji bo berevaniyê li mafên gelê Kurdistanê bike hatiye damezrandin.
Herwiha got, serkeftin ji wan kesan re ye, ku baweriya wan bi doza rewa ya gelê xwe heye û nabe miletek bê çewsandin û nûnerên wê bîr li pile û paye û destkeftan bikin. Ji ber wê pêwîst e armanca sereke ya nûnerên PDKê li Bexdayê berjewendiyên bilind ên gelê xwe be û nabe di dema serketina me de mexrûr bin û di dema şikestinê de jî bê omîd bin.
Serok Barzanî rexne jî li riftarê Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê girt, ku bûne sedema pirsgirêkên mezin ji dengdaran re û tekezî li wê kir, ne hejmartina dengên xwişk û birayên Êzidî, enfalkirina dengên wan bû û mebest jê ew bû ku PDKê li parêzgeha Neynewayê nebe lîsta yekem.
Serok Barzanî amaje bi wê jî da, ku pêwîst e binemayên hevparî, lihevkirin û wekheviya di navbera pêkhateyan di proseya siyasî ya Iraqê de li ber çavan were girtin û li ser wan binemayan jî pêwîst e hemû alî kar bikin. daxwaz jî kir, ku aliyên Kurdistanî li Bexdayê bi yekrêzî û yekgotarî di proseya siyasî ya Iraqê de beşdar bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin