PeyamaKurd - Siyasedmedarê kurd Hatip Dicle ragihand, ku Rûsya û Îranê ji Tirkiyeyê xwestine hêza xwe ji Efrînê vekişîne.
Hatip Dicle derbarê projevê de ji Spûtnîkê re ragihand, ku siyaseta derve ya Tirkiyeyê bi êrişa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li ser Sûriyeyê, li Rojhilata Navîn ket qonaxeke nû. Beriya niha jî Îran û Rûsyayê ji Tirkiyeyê xwestin ku hêzên xwe ji Efrînê vekişîne.
Dicle wiha domand, Tirkiye êdî fêmkir ku hatiye dawiyê û di hin mijaran de dibe ku hin tawîzan bide, derdikeve holê û ev yek jî wê bandoreke gelek neyînî li rayegiştî bike. Hikûmetê jî xwest beriya van tiştan hilbijartinê pêk bîne. Him rewşa aboriyê, polîtîkayên derve û him jî lawazbûna AKPê hilbijartineke bi vî şiklî ji xwe re baş dîtin.
Herwiha Dicle bal kişand ser, wek kû tê zanîn heta demên dawî jî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan digot: “dê hilbijartina pêşxwet neyê kirin.” Ev biryar jî dide nîşandan ku rojên zehmet li pêşiya hikûmeta Tirkiyeyê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin