Ji ber êrîsên Tirkiyê 7 dibistanên Basûr hatin girtin

Ji ber êrîsên Tirkiyê 7 dibistanên Basûr hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber êrîşên berdewam ên hêzên esmanî yên Tirkiyê li ser devera Amêdiyê, heta niha deriyên 7 dibistanan hatine girtin û metirsî heye 7 dibistanên din jî îsal deriyên xwe bigirin û proseya xwendinê li wan deveran birêve neçe.

Li gorî nûçeya K24ê hejmarek ji gundiyên devera Amêdiyê dibêjin, ji ber bombebarana pêgehên PKKê li wê deverê, beşek ji welatiyan koçber bûne û li Duhok û bajarokê wê bicih bûne.

Piştî ku zengilê sala nû ya xwendinê lê da, Rêveberiya Perwerde ya qezaya Amêdiyê diyar kir ku ta niha ji encama êrîşên Tirkiyê, 7 dibistanên devera Amêdiyê hatine girtin û metirsî li ser 7 dibistanên din jî heye ku îsal vala bibin.

Li gor zanyariyan, li seranserî 6 navçeyên sînorî yên devera Amêdiyê, 34 hezar û 700 xwendekar dê li dibistanên wê deverê bixwînin û 2 hezar û 335 mamoste dê dersan bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin