Guterres derbarê Idlibê da daxuyanîyek da û xwest agirbest bidome

Guterres derbarê Idlibê da daxuyanîyek da û xwest agirbest bidome

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres derbarê Idlibê da daxuyanîyek da û dîyar kir ku ew ji şer û pevçûnên li Idlibê nîgeran in û xwest agirbest bidome.

Guterres di daxûyanîya xwe ya nivîskî da bal kişand ser şerû pevçûnên van hefteyên dawîyê li Idlîbê û bang li hemû alîyan kir ku pabendî agirbestê bimînin, “ji bo agirbesta li seranserê welêt li Idlibê agirbest şert e.”

Guterres herweha da zanîn ku li Sûrîyê hewcedarîya 11.7 milyon kes bi parastinê û alîkarîyên mirovî heye û pêwist e alîkarîyên mirovî bidomin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin