PeyamaKurd – Serok Barzanî îro Şemiyê li Selahadîn pêşwazî li Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Sûriye James Jeffrey û şandekî li gel kir ku ji Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr û General Erick Hell Fermandeyê Hêzên Amerîka li Sûriye û hejmarek şêwirmendê serbazî û siyasî ya Wezareta Derveyê Amerîkayê pêk hatibûn.
Li gorî malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de ev daxuyanî hat dayîn:
Di hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Sûriye Jeffery pesnê wê aramî û geşbûnê kir ku li Herêma Kurdistanê da li holê daye û tekez jî li ser pêşveçûna peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdstanê kir.
Her di vê hevdîtinê de James Jaffery serxweşiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku bi sedema şehîdbûna hejmarek Pêşmerge li êrîşên vê dawiyê ya terorîstên DAIŞê li ser sengerên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û her dû alî tekez li ser hemahengî û karên hevbeşa artêşa Amerîka û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstên DAIŞê de kirin.
Rewşa siyasiya Iraq û pêşketinên dawî ya li proseya siyasî û daxwaziyên xwepêşanderan mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî dilgiraniya xwe li pêşketina tundutîjî û têkçûna aramiya Iraqê nîşan da ku bandorê li ser xwe rêkxistin û zêdebûna êrîşên terorîstên DAIŞ bi cîh dihêle.
Her di vê civînê de guhertinên dawî yên Bakûrê Rojhilatê Sûriye û hevkêşeyên meydanî hatin nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku li her guhertinek da pêwîste rê li guherîna demografiya navçeyê bê girtin û êdî rê nedin gelê Kurd li Sûriye tûşî êş û azar û koçberiyê bibê. Di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Sûriye ragihand ku me pêwîstî bi şêwir û hevkariya Serok Barzanî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin