Kurdistan | 6 wefat û 197 pêketiyên nû hatin tomarkirin

Kurdistan | 6 wefat û 197 pêketiyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê, di van demên dawî de her diçe kêm dibe.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 11ê Kanûnê li ser rewşa vîrusa koronayê (Covid-19) de ragihand ku di nav 24 saetên borî de 6 nexweşan wefat kiriye û 197 kesên din bî vîrusa koronayê ketine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li seranserê Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên borî de 197 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 6 kesan jî can daye.

Bi van hejmarên dawî re li seranserê Herêma Kurdistanê pêketiyên vîrusa koronayê gihîştin 99 hezar û 946 kesan, hejmara mirinan gihîşt 3 hezar û 273 kesan û heta niha 64 hezar û 72 nexweşên Covid-19 jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin