Mistefa Kazimî bo serdaneke fermî li Tirkiyê ye

Mistefa Kazimî bo serdaneke fermî li Tirkiyê ye

PeyamaKurd – Bi serokatiya şandeke mezin a Hikûmetê ve, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Tirkiyê dike û îro ber bi paytexta Tirkiyê Enqerê ve bi rê ket.

Li gor Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, Kazimî bi serokatiya şandeke mezin a Hikûmetê ve, ji Bexda ve ber bi Tirkiyê ve bi rê ketiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Mistefa Kazimî ji bo serdaneke fermî diçe Tirkiyê û li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan û berpirsên din ên Tirkiyê re, dê bicive.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin