PeyamaKurd - Serokê nûnertiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê Ebdulkerîm Mîranî ragihand, heger wan û PYDê li hev kir bila rêkeftin bi amadebûna Serok Barzanî were îmzekirin.
Mîranî bibîr xist ku ENKSê biryar daye dîsa ofîs û baregehên xwe li Rojavayê Kurdistanê veke û got, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî soz daye me baregehên me biparêze.
Li gorî nûçeya BasNewsê berpirsê ENKSê herwiha anî ziman ku heger wan û PYDê li hev kir, bila di dema îmzekirina rêkeftinê de Serok Barzanî, nûnerên Amerîka û NY jî amade bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin