PeyamaKurd – Li hêla başûr a Îraqê ji ber firtoneya qumê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û û 80 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê ragihand k udi firtonêya qûmê ku bi taybetî li Necef û Kerbelayê bandora xwe nîşan dide, 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û herî kêm jî 80 kes birîndar bûne.
Ji ber ku dîwar û avahî hiweşiyane zirar û ziyanên madî çêbûne. Herweha ji ber firtoneyê bo demekê geştên esmanî li Balafirxaneya Necefê rawestiyane. Bi sedem ku beşeke mezin a başûr û başûrê rojavayê Îraqê çol e, dem bi dem firtoneyên qûmê çêdibin û zirar û ziyanên bi vî rengî rû didin.
Berdevkê Wezaretê Saif Bade da zanîn ku nexweş li nexweşxaneyên tên dermankirin û li ser îhtimala dûbarebûna firtoneyê jî welatî hişyar kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin