Almanya hisyariyê dide Kurdên ku bo gestê wê biçin Tirkiyê

Almanya hisyariyê dide Kurdên ku bo gestê wê biçin Tirkiyê

PeyamaKurd – Piştî desteserkirina çendîn Kurdên hemwelatiyên Almanyayê, Berlîn kete nava tevgerê. Wezareta Derve ya Almanyayê bi taybetî hişyariyê dide Kurdên ku bo geştê dê biçin Tirkiyê.

Li gorî nûçeya Kovara Der Spiegelê, Wezareta Karûbarên Derve ya Almanyayê Kurdên ku dê biçin Tirkiyê hişyar kirin.

Li gorî zanyariyên ku Der Spiegelê ji Wezareta Karûbarên Derve ya Almanyayê wergirtine, ji meha Cotmehê û heya niha 14 Kurdên hemwelatiyên Almanyayê li Tirkiyê hatine desteserkirin.

Li gorî heman nûçeyê Kurdên ku hemwelatiyên Almanyayê ne bi ‘endamtî û propagandaya rêxistina terorê’ têne tawanbarkirin.

Herweha kesên desteserkirî  û naskirî û parêzerên wan ji Spiegelê re didin zanîn ku di destê Enqerê de navê kes û komeleyên aktîv ên Kurdî li Almanyayê heye.

Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas jî ji Spiegelê re ragihandiye ku, “di demen dawiyê de Kurdên ku bi awayekî aktîv di komeleyên Kurdî yên li Almanyayê kar dikin têne desteserkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin