PeyamaKurd- Amerîkayê cara yekeme ku 2 parlemeneterên Hîzbûllahê yên parlemenetoya Lubnanê xiste nav lîste ya xwe ya dorpêçê. Wezareta Xezînê û Heyiyên Biyanî ya Amerîkayê (OFAC) bi awayeka nivîskî ji baregeha xwe mijarê weha ragihand:
“OFAC ê îro du kesên ku îmtîyaza xwe bo armancên Hîzbûllahê û xerabiyên Îranê bikartînin, me wan xistiye nava lîsteya xwe ya dorpêçan ku her dû kes siyasî ne. OFAC bi taybetî parlemeneterên Hîzbûllahê Amîn Şerrî û Muhammed Hesen Ra’d û berpirsê Hîzbûllahê yê ewlekariyê Wafiq Safa xistiye nava lîstê. Wê hewla parastina hukumeta Lubnanê ji aliyê Amerîka de, ji Îran û dûvikên wan yên terorîst dewam bike.”
Her 3 kesên navborî dê nikaribin herin Amerîkayê û heyiyên wan yên li Amerîkayê dest datînin ser wan. Kes an rêxistin an şîrketên ku bi fermî bi wan re têkilî datînin, ew dikarin bikevin ber pêla dorpêçan.
Ji sala 2017an heya niha 50 kesên Hîzbûllahê ketine ber dorpêça Amerîkayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin