PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, ji alîyê Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê hatîne raspartin, bi baştirîn şêwaz amadekarîyê bikin ji bo pêşwazîkirina aware û koçberên nû. Ehmed da xuyakirin ku herî dawî 5 hezar aware ji Rojavayê Kurdistanê gihîştine Herêma Kurdistanê.
Rêber Ehmed di civîna rojnamevanî de da zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, wezaretên peywendîdar raspartîye bo vî karî û Herêma Kurdistanê jî amade ye cihê koçberên nû di kampan de veke.
Rêber Ehemed got ku komîteya bilind a wezarî ya hikumeta Herêma Kurdistanê, li gel nûnerên teva rêkxistîyên taybet bi penaberan yên ser bi Neteweyên Yekbûyî li Îraq û Herêma Kurdistanê kombûne û gengeşeya pirsa aware û penaberan kirine.
Ehmed diyar kir ku NY alîkarîyên darayî bo penaberan kêm kirîye û nemaze jî xercîyên mamosta û xwendingehên nav kempên awareyan.
Wezîrê navxweyî bi pêwîst dizane ku hikumeta Herêma Kurdistanê li gel Neteweyên Yekbûyî, Îraqê han bidin ku kareke cidî bike li ser evê pirsê.
Tekez jî kir, sera wê yekê k u rewşa Herêma Kurdistanê li gor pêwîst nîne, lê amadene aware û penaberên nû wergirin û daxwaz ji civaka navdewletî, NY û Îraqê jî kir, zêdetir alîkarîya mirovî û darayî ya Herêma Kurdistanê bikin.
Wezîrê Kurd eşkere kir, rojane çend ser aware û penaberên nû ji Rojava ya Kurdistanê tên nav axa Herêma Kurdistanê û heya niha hejmara wan gihane 5 hezar aware û penaberan.
Ji alîyê xwe ve Marta Riyodas, rêkxer a bilinda Neteweyên Yekbûyî bo karûabarên mirovî li Îraqê, di wê civîna rojnamevanî de ragihand, wan li gel Herêma Kurdistanê derbarê karkirinê li ser pirsa mirovî dîrokeke baş heye got, di kombûna îro de, pirsa bersivdana dosyeya penaberan û awareyên nû gengeşe kirin e, ku renge bi sedema rewşa xiraba Suriyê ber bi Herêma Kurdistanê bên.
Marta Riyadas herwiha spasîya hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku di dema borî de hejmareke mezin ji penaberan di kampên Herêma Kurdistanê de vehewandin e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin