PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ragihand ku li Herêma Kurdistanê 11 kesên din jî bi koronayê ketine.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li Hewlêrê 8 haletên din ên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin ku hemû kesûkarên tûşbûyekî din in li komelgeha Şaweys.
Berî niha jî 8 pêketiyên din ên bi vîrusa koronayê hatibûn tomarkirin ku îro bi giştî kesên li Hewlêrê bi koronayê ketine gihişt 16 kesan.
Her wiha Wezareta Tendirustiyê aşkere kir ku li parêzgeha Silêmaniyê jî 3 haletên pêketina bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin.
Bi haletên dawiyê re heta niha 442 kes li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 383 kes baş bûne û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Li Seranserê cîhanê hejmara kesên tûşbûyî ji 5 milyonan borî û gihişt 5 milyona 328 hezar û 172 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin