Li El-Babê teqînek pêk hat

Li El-Babê teqînek pêk hat

PeyamaKurd – Li El-Bab a ku di bin kontrola çekdarên îslamîst ên kirêdar ên girêdayî Tirkiyê de ye, teqînek pêk hat.

Hat ragihandin ku wesayîteke bombebarkirî li qada bazarê ya navenda bajêr hatiye teqandin.

Di encamdana teqandina wesayîta bombebarkirî de, li gorî zanyariyên ewil, 18 kesan canê xwe ji dest dane û 43 kes jî birîndar bûne.

Li bajarê Babê yê ku dikeve bakur rojhilatê Helebê teqîneke bihêz rû da. Li gor zanyariyan ew teqîn li garaja wî bajarî pêk hatiye.

Heya niha ti rêxistin yan jî aliyî berpirsyariya wê teqînê ku ji bilî ziyanên canî, ziyaneke mezin a madî jî gihandiye deverê, negirtiye ser xwe.

El-Bab Sibata 2017an di encama operasyoneke zêdetir ji du mehan, ketibû bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin