PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih li ser coteteqînên xwekujî yên li bazara meydana Teyare ya Bexdayê ku herî kêm 28 kesan can daye û 73 kesên sivîl jî birîndar bûne daxuyanî da.
Berhem Salih bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku teqînên îro yên li Bexdayê aramiya welat, aştî û dahatuya gel kiriye armanc û got: "Rêxistinên tarî bi van her du teqînan xwestin destkeftiyên neteweyî û aştî û dahatuya gel bikin armanc. Em bi tundî li dijî van hewildanên sexte ne ku armanca wan îstiqrara welatê me ye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin