PeyamaKurd – Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Siûd Mela, ji bo koça dawî ya Prof. Dr. Kinyaz Îbrahîm Mirzoyev, peyameke sersaxiyê belav kir û diyar kir, koçkirina Prof. Kinyaz, ziyaneke mezin ji tevaya gelê Kurd re ye.
Rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm, do ji ber nexweşiya Koronayê li nexweşxaneya bajarê Almata yê Kazaxistanê koça dawiyê kir.
Peyama Sekreterê PDK-Sê wiha ye:
Ji bo Civaka Kurdên Sovyeta berê û Civaka Kurdên Qazaxistanê û malbata Prof. Kinyaz Îbrahim Mirzoyev
Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya xwedê jê razî Serokê Federasyona Navnetewî ya Kurdên Sovyet, niştîmanperwerê xudan şan,Prof. Kinyaz Mirzoyev bihîst, bêguman koça wî ziyaneke mezin e ji tevaya gelê Kurd re.
Em behîdariya we û malbat û tevaya hevalên wî dikin. Bila serê we sax be, cihê wî buhişta berîn be.
Em beşdarê xema we ne.
Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriya Siûd Mela
Qamişlo 08. 08. 2021
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin