PeyamaKurd – 6 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) Almanya, Holanda, Nemsa, Belçîka, Denmark û Yûnanistanê derbarê penaberên afganî yên ji ber Talîbanê direvin, nameyek ji Komisyona Ewropayê re nivîsandin.
Di nameyê de tê xwestin ku welatiyên afgan ên penaxwaziya wan hatiye redkirin, di şandina wan a Afganistanê de berdewam bin û bo hikûmeta Afganistanê bêne radestkirin.
Herwiha tê gotin ku di sala 2020an de welatiyê duyem ê penaber şandine Ewropayê Afganistan e û ew ji berdewama vê rewşê nîgeran in.
Di nameyê de 6 welatên ewropî gotine, heger kesên penaberbûna wan hatiye redkirin bo Afganistanê neyên şandin, wê serlêdanên penaxwaziyê zêdetir bibin.
Derbarê nameyê de, Serokê Navenda Lêkolîna Polîtîkayên Koçberan (European Stability Initiative) Gerald Knaus li ser Twitterê peyamek belav kir û ew name wekî; "Belgeya polîtîkaya derve ya şermezariyê ku di pirtûkên dîrokê de cî bigire” pênase kir.
Endama Partiya Keskan a Parlamena Ewropayê Hannah Neumann jî got, Almanyayê ji bo çi ev nameya şermezariyê îmze kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin