PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku piştî kuştina Serokê Şaredariya Kerbela li başûrê Iraqê Ebîr Selîm Nasir serdana Kerbelayê kir û kujerê şaredar jî bir cihê bûyerê.
Li gorî zanyariyan Serokê Şaredariya Kerbela Ebîr Selîm Nasir doh Sêşemê li navçeya Meimelçî ya Kerbelayê, karê rûxandina avahiyên ne qanûnî dişopand, rastî êrîşê hat û gule li pişt û zikê wî ketin û bi giranî birîndar bû ku li nexweşxaneyê jî can da.
Parêzgarê Kerbelayê Nesyef Xetabî, îro 11ê Tebaxê desteserkirina kesê ku şaredar kuştiye ragihand.
Mistefa Kazimî serdana mala Serokê Şaredariya Kerbelayê yê kuştî kir û ji malbat û kesûkarên wî re sersaxî xwest. Kazimî soz da malbatê ku kujer bi awayekî adilane bê cezakirin.
Paşê Serokwezîrê Iraqê serdana cihê kuştina Serokê Şaredariya Kerbelayê kir û biryar da, navê wî li ser cadeyekê bê danîn. Kazimî tekez kir, kampanyaya nehiştina zêdegaviyan berdewam dibe û dê qanûn bê pêkanîn.
Serokwezîrê Iraqê got, projeya Şehîd di cîbicîkirina qanûnê û nehîştina alozî û zêdegaviyan de li ser cade û rêyan berdewam dibe.
Kazimî serdana cihê bûyera kuştina Şaredarê Kerbelayê kir û hêzên ewlekariyê jî kujerê desteserkirî birin cem wî. Kazimî li cihê bûyerê got: “Pêwîst e dadgeh rola xwe di cezakirina bikuj de bilîze, daku bibe dersek ji bo kesên din û hemû ew kesên destdirêjî dikin ser fermanberan, dema ku di erka xwe de ne.”
Serokwezîrê Iraqê herwiha da zanîn, hewldanên hikûmetê yên ji bo cîbicîkirina qanûnê bêhtir ji caran di hemû parêzgehan de dest pê dike.
Li aliyê din Wezîrê Navxwe yê Iraqê Usman Xanimî jî biryar daye ku polîsên li cem Serokê Şaredariyê werin desteserkirin, ji ber ku nekarîne wî biparêzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin