Kanada 20 hezar Afganan weke penaber werdigre

Kanada 20 hezar Afganan weke penaber werdigre

PeyamaKurd – Hikûmeta Kanadayê diyar kir, ji wan kesên ku ji aliyê Talîbanê ve gef li ser jiyana wan heye, 20 hezar Afganan weke penaber werdigre.

Wezîrê Koçê yê Kanadayê Marco Mendicino di civîneke çapemeniyê de da zanîn, rewş li Afganistanê gelekî xerab e û welatê wan bêdeng namîne. Mendicino destnîşan kir, biryara wergirtina penaberan, pêşengên jin, çalakvanên mafên mirovan, karmendên hikûmetê, kêmîneyên olî, rojnamevanan, endamên civaka hevzayend û lezbiyen li xwe digre.

Mendicino herwiha destnîşan kir, yekem balafira penaxwazên Afganî roja Înê gihîştiye Toronto ya paytexta Kanadayê.

Bi pêşketina Talîbanê ber bi Kabûlê, hikûmeta Kanadayê hejmarek karmendên xwe ji wî welatî vekişandin û amade ye hemû karmendên xwe yên din jî vekişîne eger Talîban dest bi kontrolkirina Kabulê bike.

Berî niha hejmarek welatên Ewropî, wek Îspanya, Denmark, Norwêç û Holandayê ragihandibûn ku wan dest bi vekişandina karmendên balyozxaneyên xwe ji Afganistanê kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin