Li Agirî lehî rabû: Jinekê can da

Li Agirî lehî rabû: Jinekê can da

PeyamaKurd – Li navçeya Avkevirê ya parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê, lehî rabû, xanî û axurên gundiyan zerar dîtin û di encamê de jinekê can da.

Li gundê Şêx Birahîmê yê ser bi navçeya Avkevirê ya ser bi parêzgeha Agiriyê ve, piştî baraneke zêde lehî rabû. Piştî agahdarkirinê, Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û tîmên tenduristiyê yekser çûn gund û dest bi xebatan kirin.

Li gundê Şêx Birahîm jina bi navê Emîne Ulker ji tirsa lehiyê celteye dil lêda û di dema veguhestina nexweşxaneyê de can da. Herwiha jineke din jî ku ji lehiyê tirsiya, rakirin nexweşxaneyê.

Ji ber lehiyê li gund, malek bi temamî rûxiya û gelek mal û axuran jî zerar dîtin.

Qeymeqamê Avkevirê Mustafa Ersoz û Şaredar Îsmet Taşdemîr jî serdana gundê Şêx Birahîm kirin û lêkolîn kirin.

Şaredar Taşdemîr diyar kir: “Ji ber lehiyê malek bi temamî rûxiya û şeş malan jî zerar dîtin. Ajal jî ji nav çûn. Xaleteke me jî celteya dil lêda û di dema veguhestina nexweşxaneyê de di rê de can da.”

Herwiha saziya keşûhewayê, ji bo bajarê Erzerom, Erzîngan, Erdexan, Qers, Agirî û Îdirê ji bo roja Duşemê derbarê barana zêde de hişyarî da welatiyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin