PeyamaKurd - Hêzên Iraqê bi hemahengiya ligel hêzên Pêşmerge embareke çekan a bombe û teqemeniya rêxistina terorîst a DAIŞê tê de bû, li çiyayê Qereçûxê teqand.
Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro 17ê Tebaxê wan di embarê de dest daniye ser hejmarek amûrên teqînê û 10 bombeyên nû hatine çêkirin.
Şaneya ragihandinê daye zanîn, hêzên artêşa Iraqê bi hemahengiya hêzên Pêşmerge ew embar dîtine û piştre jî teqandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin