Koska Sipî: Talîban garantiya sîvîlan da me

Koska Sipî: Talîban garantiya sîvîlan da me

PeyamaKurd – Şêwrimendê Koşka Sipî yê Amerîkayê Jake Sullivan ragihand ku Talîbanê garantî daye wan ku sîvîlên bixwazin, bi ewlehî herin balafirgeha Kabîlê, dê dest nedin wan û xwest ku Talîban li ser soza xwe bimîne. Sullivan di brîfînga li Koşka Sipî de daxwuyanî da.

Jake Sullivan dubare kir ku biryara Joe Biden raste û berya her tiştî divê operasyona tehliyê bê ku zayîat bidin, temam bibe. Sullivan her weha got ku balafirgeha Kabîlê vekiriye û operasyon dewam dike. Li ser mijara dê hukumeta Talîbanê rewa be, an ne rewa be, weha got:

“Talîban rêxistineka çawaye, divê bi kiryarên xwe bo civaka navdewletî xwe nîşan bide.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin