PeyamaKurd – Wezareta danûsitendinê ya Burkina Faso bi nivîskî ragihand ku li herêma Sahelê li navçeya Soumê li devera Gorgadjî konwoya ku sîvîlên xwebexş û leşker tê de bûn, rastî êrîşê hatin û di encamê de 47 kes jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 19 kes birîndar bûn.
Di êrîşê de 30 sîvîl, 14 hêzên asayîşê û 3 kesên xwebexş ku alîkariya wan dikirin, hatin kuştin. Hêzên asayîşê jî ji êrîşkeran 58 kesan kuştin.
Ji sala 2015 an heya niha li welatê Maliyê, El Kaîde, DEAŞ û grûbên bi ser wan ve xwe bicîh kirine û êrîş dibin ser Burkina Fasoyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin