PeyamaKurd – Serokê Afganistanê Eşref Ganî ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, bi videoyeke li ser facebookê da zanîn, bo xwîn nerije ew ji Kabûlê derketiye.
Wezîrên Afganistanê, ji ber ku Ganî gava Talîban roja Yekşemê ketibû Kabûlê ji wî bajarî derketibû, ew bi tundî rexne kiribûn.
Ganî bi vîdeoyeke li ser Facebookê bersiv da wan rexneyan û destnîşan kir: ‘‘Eger ez bimama, min dê xwîna rijandî bidîta.’’
Di hin nûçeyan de hatibû îdiakirin ku Ganî gava ji Kabûlê derketiye, pereyên pir jî bi xwe re biriye, lê wî ew îdia red kirin.
Ganî herwiha eşkere kir, ew ser pêşnîyazên karbirdestên hikûmetê ji Afganistanê derketiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin