Li Iraqê cezayê 7 hezar û 900 mehkûmên îdamê nehatiye bicihkirin

Li Iraqê cezayê 7 hezar û 900 mehkûmên îdamê nehatiye bicihkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Iraqê heta niha dadgehan cezayê darvekirinê li ser nêzîkî 7 hezar û 900 kesan sepandiye ku cezayên wan nehatiye bicihkirin.

Serokê lijneya çavdêriya bicihkirina bernameya hikûmetê li Parlamentoya Iraqê Hazim Xalîdî eşkere kir; 7 hezar û 900 kes li girtîgehên Iraqê ne ku cezayên wan ê darvekirinê heye, ku her çend bi salane cezayê wan ji dadgehê derketiye û hatiye pejirandin jî ceza nehatiye bicihanîn.

Xalidî gotiye, “Derengxistina serokatiya komar a ji bo îmzekirina cezayên darvekirinê, hêzên ewlehiyê bêhêz dike û terorîstan teşwîq dike ku kiryarên terorîstî bikin.”

Xalidî hişyarî da û diyar kir, heger serokomar cezayan îmze neke, wê demê parlamento projeyasayekê dê amade bike û ji ber desthilata dadwerî dikare biryarê bide heger serokomar di heyama 60 rojan de ceza îmze neke, piştî 60 rojan ceza dikare were bicihanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin