PeyamaKurd – Li qezaya Çomanê, 14 projeyên xizmetguzariyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê cibicîkirin û îro kevirê binyatê yê projeyekê tê danîn.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw bi mebesta danîna kevirê binyatê yê projeyekê, serdana Çomanê kir û di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, 14 projeyên xizmetguzariyê yên li qezaya Çomanê tên cibicîkirin.
Omêd Xoşnaw da zanîn: “Hêvîdar in di çarçoveya plan û bernameyên kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û piştevaniya rasterast a Serokwezîrê Herêmê, xizmeta zêdetir ji parêzgeha me re bikin.
Parêzgarê Hewlêrê herwiha destnîşan kir: “Nûjenkirina rêya Hacî Omeran – Çomanê di nava projeyên stratejîk ên Hikûmetê de ye, bi bilindbûna dahata hikûmetê re, nûjenkirinê wê rêyê, yek ji pêngavên sereke dibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin