Efrîn | Welatiyekî Kurd li nav zeviyan kustî hat dîtin

Efrîn | Welatiyekî Kurd li nav zeviyan kustî hat dîtin

PeyamaKurd – Li Efrînê cenazeyê welatiyekî Kurd, li nav zeviyan hat dîtin û li gor çalakvanên Efrînê diyar dikin, ew ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatiye êşkencekirin û kuştin.

Navenda Medyayî ya Efrînê diyar kir, şeva borî 22ê Tebaxê cenazeyê welatiyê sivîl Ridwan Rehîm Menan (50 salî) li nava zeviyên Efrînê kuştî hat dîtin.

Li gor zanyariyên wê navendê, Ridwan Rehîm Menan ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatiye kuştin û berî kuştinê jî, rastî êşkencedanê hatiye.

Herwiha zanyarî didin zanîn, Ridwan Rehîm Menan ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatiye êşkencedan û pişt re jî hatiye kuştin.

Wê navendê destnîşan kir, Ridwan Rehîm Menan ji gundê Mezin ê Efrînê ye û ji ber ku wî bi berdewamî daxwaza vegerandina mala xwe ji çekdaran dikir, hatiye kuştin.

Ev ne cara yekem e welatiyekî Efrînê di bin hovîtiya êşkenceya komên çekdar de tê kuştin, li gor çalakvanên Efrînê, ji dema dagîrkirina Efrînê di Adara 2018an de û heta niha, zêdetir ji 50 welatiyên Kurd di bin êşkenceya çekdaran de hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin