3 baroyên Bakurê Kurdistanê gilîyê Dîdem Arslan li serdozgeriyan kirin

3 baroyên Bakurê Kurdistanê gilîyê Dîdem Arslan li serdozgeriyan kirin

PeyamaKurd – Piştî ku doh 25ê Tebaxê Baroya Wanê giliyê pêşkeşvana bernameya Show Tv ya Tirk Dîdem Arslan Yilmaz li serdozgeriyê kir û daxwaza cezakirina wê kir, baroyên din ên Bakurê Kurdistanê jî ketin tevgerê.

Dîdem Arslan di bernameya xwe ya televizyonê de, keçeke ku xwestibû bi kurdî biaxive ji weşanê derxistibû û gotibû, “Bi tirkî biaxive, ev der Komara Tirkiyeyê ye. Zimanê Rojhilatê em nizanin”.

Piştî Baroya bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê, baroyên Mêrdîn û Şirnexê jî bi hinceta ku Dîdem Arslan, heqaret li Kurdî û neteweyekê kiriye, tawana nefretê, neyartî û kîndariyê kiriye serî li serdozgeriyê dan ku doz lê bê vekirin û were cezakirin.

Komisyonên Ziman û Çandê ya Baroya Mêrdînê serlêdana Lijneya Radyo û Televizyonan (RTUK) jî kir û xwest, ji ber gotinên Dîdem Arslan Show TV jî were cezakirin.

Baroya Şirnexê jî di daxwaznameya serlêdana dozê de diyar kir, wan bi sedema ku Dîdem Arslan Yilmaz derbarê Kurdî û gelê Kurd de, tawana nefretê,cudaxwazî, kîndarî, tehrîka neyartiyê û sivikatî kiriye, ji bo cezakirinê serî li serdozkeriyê daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin