Nûnera NYê: Cibicîkirina rêkeftina Singalê di berjewendiya tevahiya Iraqê de ye

Nûnera NYê: Cibicîkirina rêkeftina Singalê di berjewendiya tevahiya Iraqê de ye

PeyamaKurd – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert, ji Hikûmeta Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike, ji bo cibicîkirina rêkeftina Şingalê kar bikin.

Plasschaert daye zanîn: “Cibicîkirina rêkeftina Şingalê, di berjewendiya xelkê Şingal, Neynewa û tevahiya Iraqê de ye.”

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê diyar kiriye: “Rêkeftina Şingalê gelekî girîng e, lê mixabin kêmaniyê di cibicîkirina wê de dibînin. Daxwazê ji Bexda, Hewlêrê û hêzên li wê herêmê ne dikim, hewlên xwe bileztir bikin û rêkeftinê cibicî bikin.”

Di dawiya sala borî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser asayîkirina rewşa Şingalê rêkeftin, lê heta niha ew rêkeftin wek xwe nehatiye bicihkirin û rewşa Şingalê xerap û ne aram e.

Li gor rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, divê PKK di vê mehê de ji Şingalê derkeve, lê PKK bihaneyên curbicur digire û dibêje: “Ji Şingalê dernakeve”.

Derneketina PKKê ji Şingalê jî, rê li pêş Tirkiyê vedike, ta ku êrîşî ser wê herêmê bike û metirsiyê li ser jiyana xelkê Şingalê dirust dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin