Kurdistan | 11 wefat û 1994 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

Kurdistan | 11 wefat û 1994 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1994 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 1ê îlonê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1994 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 413 kes li Hewlêrê, 932 kes li Silêmaniyê, 545 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 46 kes li Germiyanê û 28 kes li Raperînê ne.

Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 11 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2390 kes ji koronayê baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan bi giştî gihîşt 295616 kesan, ya mirinan bû 5405 kes û heta niha 252719 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin