PeyamaKurd – Aktorê Fransiz yê bi nav û deng Jean-Paul Belmondo, di 88 saliya xwe de wefat kir. Jean Paul Belmondo ji aktore navdar yê ‘Sînama Pêla Nû’ bû. Herî dawiyê li Girava Korsîkayê şel bûbû û wî biribûn nexweşxanê. Belmondo di nav sînamaya Fransayê de yek ji wan kesan bû ku herî zêde qezenc dikir.
Belmondo, di xortaniya xwe de di dema bibistanê dixwend boksê dikir lê piştî difna wî şikest dev jê berda û berê xwe da aktoriya cînamayê. Di salên 1950 yan de perwerda tîyatroyê sitend, di serî de di fîlmên hunerî de û paşî di yên komedi-aksiyon de leyîst.
Belmondo di sala 2017 an de xelata şerefê ya ‘Cesar Sînamayê’ sitendibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin