PeyamaKurd – Li bajarokê Artemêtanê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve, kamyoneta koçberên Afgan hilgirtibûn wergeriya û di encamê de kesekî can da û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, komyoneta ku Nadir Ozdemir şofêrtiya wê dikir, li ser rêya Payîzava-Westanê nêzîkê gundê Gemê ji kontrolê derketiye û wergeriyaye.
Di encama bûyerê de, şofêr û 15 koçberên Afgan ku bi rêyên qeçax derbasî navçeyê bibûn birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina aliyên pêwendîdar polîs, cendirme û tîmên tendirûstiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Birîndar bi ambûlansan ji bo nexweşxaneyên derdorê hatin veguhestin. Hat diyarkirin, şofêrê bi navê Nadir Ozdemir tevî hemû hewldanên pizîşkî, can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin