PeyamaKurd - Rêxistina Partiya Komarî ya Gel (CHP) a li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, bi boneya salvegera damezrandina CHPê li Qada Şêx Seîd ahengeke pîrozbahîyê li dar xist.
Seroka Şaxa Diyarbekirê ya CHPê Gonul Ozel dema ahenga pîrozbahiyê got ku CHP partiyeke wisa ye ku hembêza xwe ji her kesî re vedike û ji ti kesî dûr nakeve.
Gonul Ozel li ser pirsa Kurd ya K24ê diyar kir: “Jixwe ev mijar di siyaseta partiya me de heye. Li Tirkiyê pirsgirêkeke Kurd heye. Bi rastî pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdan e, ev pirsgirêka hemû Tirkiyê ye. Loma em ê vê pirsê di dema desthilata xwe de li parlamentoya ku hemû partî hene, li ser maseyê, ne bi rêya leşkerî, ne bi tundî, bi aştî çareser bikin.”
Ozel destnîşan kir, ku dema wê hat dê hûrgiliyên bernameyê çareseriyê werin axaftin û wiha pê de çû: “Lê belê ne weke pêvajoya çareseriyê li pişt deriyên girtî, ne ku em xwe ji xelkê veşêrin, bi awayekî şefaf, bi wergirtina nêrînên hemû aliyan, bi awayê herî baş, ev mijar dê bigihîje çareseriyeke aştiyane.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin