Hewlêr | Dîwarê hewsê herifî: 2 zarokên ji Kobanî can dan

Hewlêr | Dîwarê hewsê herifî: 2 zarokên ji Kobanî can dan

PeyamaKurd –  Li Hewlêrê dîwarê hewşa malekê herifî û di encamê de, 2 zarokên ji Kobanî can dan û 2 jî bi giranî birîndar bûn û rewşa tendirustiya wan xerab e.

Bûyer îro di saet 11.00an de li nahiya Kesnezan a Hewlêrê qewimî. Li gor zanyariyên Rûdawê dîwarê hewşa malekê di dema ku li baxçê dilîztin bi ser zarokan de herifî.

Li gor zanyariyan, di encama bûyerê de 2 zarokên temen 2 û 3 salî ku kur û keçek bûn, can dan û du zarokên keç jî bi giranî birîndar bûn.

Ew zarok xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bûne û ev demek e li Hewlêrê bicih bûne.

Ferhat Dolemêrî destîşan kir, zanyariyên kesûkarên wan eşkere dikin, ew zarok li nav baxçê malê dilîstin û di wê demê de dîwarê hewşê bi ser wan de herifiye.

Li gor gotina yek ji kesûkarên wan zarokan ku ji Rûdawê re da zanîn, rewşa her du zarokên birîndar jî xerab e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin