PeyamaKurd – Li gor ragihandina AFP ê li bajarê Mûsilê li nêzî navçeya Mexmûrê li gundekî, çeteyên IŞİD ê êrîş birine ser gundekî û di encamê de 2 kes sîvîl 2 ji hêzên asayîşê 4 kesan kuştine. Qeymeqamê navçeya Kayarayê Salih El Cibûrî li nêzê ciyê bûyerê ragihandiye û weha gotiye:
“Terorîstên IŞİD ê siet di 02.00 ê şevê de êrîşê ser noqteyekî Haşdî Şabî kirin. Di êrîşê de 1 Haşdî Şabî, yek zabitekî, muxaterekî gund û sîvîlekî hatin kuştin.”
Çavkaniyeka dinê ragihandiye ku di êrîşê de hawan û sîlihên sivik hatine bikaranîn û 7 kes birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin