PeyamaKurd – Li Kolombiya li ser sînorê Venezulayê Artêşa Rizgariya Netewî ya Kolombiyayê ELN li herêma Arûcayê li Arauquitayê bi teqemenî û sîlihên otomotîk êrîş bi ser leşkeran û di encamê de 5 leşkeran kuştin û 6 leşkeran birîndar kirin. Demeke dirêje ku artêşa Kolombiyayê li deverê operasyonan dike. Serokê dewleta Kolombiyayê Ivan Duque, di serhesabê xwe yê Twitterê de êrîşê şermezar kir û weha got:
“Ez êrîşa tirsonek ya li Arûcayê ya ser leşkerên me hat kirin, şermezar dikim. Em bi kuştin û birîndariya qehremanên me xemgînin. Ev aşkeraye ku ji aliyê muxalifên ELN û FARC ê de li Venezuela hatiye plankirin.”
Li ser bûyerê wezîrê bergiriyê Diego Molano di daxwuyaniya xwe de, ji bûyerê muxalifên FARC ê û ELN ê berpirs girt û weha got:
“Vê sibê li Arûcayê êrîşekî tirsonek ya terorîstî li hemberê leşkerên me hat kirin. Plana ku di navbera ELN û FARC ê de hat kirin bû sedema kuştina 5 leşkerên me.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin