PeyamaKurd – Hêzên Ewlekariya bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku kujerên jin û mêrên ku 30yê Tebaxê li mala xwe hatibûn kuştin, hatiye girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Firatê têkildarî qetilkirina Esaf Ebas û hevjîna wî Rûken Hisên û birîndarkirna zaroka daxuyaniyeke da.
Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Kawa Hemoli li pêş navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Kobanê, derbarê girtina kujerên Esaf Ebas û hevjîna wî Rûken Hisên daxuyanî da. Di daxuyaniyê de navê kujeran û sedema wê êrîşê nehat diyarkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Firatê ji raya giştî re radigihîne ku kujer li gel me girtî ne û hîna lêpirsîn berdewam e heta ku tevahî hûrgiliyên sûcê werin eşkerakirin û ji raya giştî re werin ragihandin.”
Kawa Hemolî diyar got, “Em spasiya şêniyên piştevaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirine, dikin û sersaxiyê ji malbata Esaf û hevjîna wî Rûken re dixwazin û soz didin şêniyan ku em ê li hember her kesê hewl bidin nirxên civaka me bikin armanc, bisekinin."
Hêjayî gotinê ye, 30yê Tebaxa 2021ê Esaf Ebas û hevjîna wî Rûken di mala wan de bi rêya amûreke tûj kuştî hatibûn dîtin û zarokeke wan a 8 salî bi giranî hatibû birîndarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin