PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şevê din, barhilgirekê li ser rêya Hewlêr û bajarokê Pîrmanê li otomobîlekê xist û di encama wê rûdana trafîkê de 4 kes mirin.
Li gorî zanyariyan barhilgir bi leza zêde ber bi Hewlêrê ve diçû û ji ber wê jî li otomobîlekê qelibiye ku bûye sedema mirina 4 kesan.
Şahidên rûdanê dane zanîn ku barhilgir ber bi Hewlêrê ve diçû, ji ber leza zêde li otomobîlê qelibî ye û ji bilî 3 kesên di nav otomobîlê de û şofêrê barhilgirê jî can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin