PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Tirkiyê zêdetirî 34 milyon kes bi giştî bi nirxê 100 milyar dolaran krediya bankeyan standine ku ew jî dike 875 milyar lîreyên Tirkî û niha deyndarên wan bankeya ne.
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgin Tanrikulu, ji bo Wezîrê Xezînê yê Tirkiye Lutfi Elvan bersivê bide pirsnameyek derbarê hejmara kesên kredî ji bankeyan wergirtine de pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir.
Wezîrê Xezînê yê Tirkiye Lutfi Elvan di bersiva xwe de got, “Heta Hezîrana 2021ê 34 milyon û 119 hezar û 250 kesan ji bankeyan 103 milyar dolar kredî wergirtine û deyndar in.”
Elvan diyar kiriye, Stenbol di rêjeya deynên bankeyan de di rêza yekem de ye ku 13 milyon û 305 hezar û 241 kesan, 30 milyar dolar kredî wergirtine.
Herwiha li Bakurê Kurdistanê jî di rêjeya deynên krediya bankeyan de bajarê Dîlokê di rêza yekem de ye û Amed duyem, Riha sêyem, Mereş çarem û Meletî pêncem e.
Hêjayî gotinê ye, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber qeyrana aborî hejmareke zêde ya xelkê sivîl û karsaz û xwediyên kargehan ji bankeyan krediyê distînin û ji ber nikarin deynên xwe bidin jî bi biryarên dadgehan ên îcrayê re rûbirû dimînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin