Serokê berê yê Cezayîrê Ebdulezîz Bûteflîqe koça dawî kir

Serokê berê yê Cezayîrê Ebdulezîz Bûteflîqe koça dawî kir

PeyamaKurd – Serokê berê yê Cezayîrê Ebdulezîz Bûteflîqe, di 84 saliya xwe de koça dawî kir.

Li gor televîzyona fermî ya Cezayîrê vê sibehê diyar kir, serokê berê yê Cezayîrê Ebdulezîz Bûteflîqe, di 84 saliya xwe de koça dawî kir. Lê belê li ser sedema mirina wî û derbarê dem û merasîna veşartina cenazeyê de agahî nedane.

Ebdulezîz Bûteflîqe, 20 sal Serokê Cezayîrê bû û di sala 2019an de ji ber zexta xwepêşanderan, dest ji kar kişandibû. Sala 2013an celteya mejî derbas kiribû, lê nedixwest dest ji karê xwe berde. Di salên pêncî û şêstan de li dijî dagirkeriya Fransayê şer kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin