PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlî îro danê sibê, du girtiyên dawî yên Filistînî ku ji girtîgeha Gilboa reviyabûn girtin.
Roja 6ê Îlonê 6 girtiyên Filistînî bi rêya kolandina tunelekê di bin girtîgehê re, ji zîndana Cilboa ya Îsraîlê reviyabûn.
Hêzên Îsraîlê 4 kesên reviyabûn girtibûn û îro danê sibê jî bi operasyonekê 2 kesên mane (Eyhem Kememcî û Munadil Nufêat) li rojhilatê bajarê Jenîn girtin.
Hat zanîn ku hêzên Îsraîlê malek li Jenînê dorpêç kirin û xwestin ku hemû kesên tê de derkevin û xwe radest bikin, piştre pevçûna çekdarî dest pê kir û di encamê de Eyhem Kememcî û Munadil Nufêat hatin girtin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin