PeyamaKurd - Endamê Serkirdayetiya PDKê Hoşyar Zêbarî, di ahenga bangeşeya hilbijartina pêşwext a Iraqê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Akrê hat lidarxistin de, axaftinek kir û got, baweriyeke me ya kûr bi xelkê Kurdistanê û kadirên PDKê heye û divê ew her çar kursiyên li bazineya Akreyê bi dest bixin.
Hoşyar Zêbarî ragihand li bazineya hilbijartina Akrê de 4 kursî hene û divê ew zehmetê bikşînîn û kar bikin û di roja 10.10.2021ê de deng bidin kandîdên PDKê û PDK her kursiyên Akrê jî bi dest bixe.
Zêbarî got: ’’Hemû hilbjardinek girîng e û girîngiyeke xwe heye, lêbelê ev hilbijardin ji hemûyan girîngtir e, çunke ew weke PDKî û serkirdayetiya wê li pêş ceribandineke mezindane û div ê ceribandinê jî de divê bi serkevin, bêguman wê encameke me ya gelekî başman hebe.’’
Hoşyar Zêbarî tekezî li wê yekê kir, baweriya wan bi tenê bi wan û kadirên wan û dost û alîgirên wan heye û rikeberiya wan ne ligel hevalên wan e belkî rikeberiya wan ligel dijberên wan dibe û ew dê di encamên hilbijartinê de diyar bibe bê çawa çûne pêş.
Herwiha Hoşyar Zêbarî destnîşan kir ku armanca wan avadankirin û dabînkirina xizmetguzariyan e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin