PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 25ê Îlona 2021ê bi şandeke metranên Herêma Kurdistanê û Deşta Neynewayê re civiya.
Di hevdîtinê de, rewşa Kirîstiyanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê hat guftûgokirin.
Şanda metranên Herêma Kurdistanê û Deşta Neynewayê, pesnê ezmûna pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê da û amaje bi wê dan ku Herêma Kurdistanê take cihê li Iraq û navçeyê ye ku Kirîstiyanî tê de bi aştî û aramî dijîn û mafên wan parastî ye.
Herwiha Şanda metranên Herêma Kurdistanê û Deşta Neynewayê rola Serokê Hikûmetê di piştevanîkirina li mafên pêkhateyan, encamdana çaksaziyên Hikûmeta Kurdistanê û derbaskirina qeyranan de bilind nirxandin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşvebirina çanda lêborînê, pêkvejiyana aştiyane, azadiya olî û rêzgirtina li mafên mirovan dubare kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin